AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

28 berfanbar 2022

19:36:50
1334194

Ji ber nakokîyên YNK û PDK’yê 840 proje li Silêmanîyê hatine sekinandin

Endamekî berê yê parlimana Iraqê amajeyî vê yekê kir ku ji ber nakokîyên YNK û PDK’yê 840 projeyên avedankirinê li Silêmanîyê hatine sekinandin û ihtimala cidabûna Silêmanîyê ji Herêma Kurdistana Iraqê red kir.

Xalib Mihemed Elî di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçeyan a Al Maluome’yê da dîyar kir ku heke PDK û YNK têkildarî serwet, nift, dirav û derhat, derîyên sînorî û şirketên niftê li hev bên, dê nakokîyên di navbera wan da çareser bibin û got: Berpirsên parêzgeha Silêmanîyê hewil didin ku herêmeke serbixwe digel parêzgeha Helebçeyê dûrî desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ava bikin, lê ev yeka nemaze li gorî serdestbûna binemala Barzanî li wan parêzgehan zehmet e û PDK û YNK’yê berjewendîyên hevpar nemaze di warên aborî, emnî û sîyasî da hene.

Xalib Mihemed Elî herwiha got: “Cidabûna Silêmanîyê ji Herêma Kurdistanê herwiha ji ber nakokîyên di navbera PDK û YNK’yê da dê tûşî pirsgirêkê bibe, çinku di encama nakokîyên di navbera wan da 840 projeyên avedankirinê hatine sekinandin.”

342/