AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

31 berfanbar 2022

18:16:06
1334834

Hejmarek ji êrişkerên ser keçekê li Silêmaniyê hatin desteserkirin

Piştî ku duh li navçeya Hiwan a Silêmanîyê êrişî keçekê hat kirin û bû sedema bertekên tund, Berdevkê Polîsên Silêmanîyê aşkira kir ku 16 kes ji yên ku duh beşdarî êrişa ser wê keçê bibûn, hatin desteserkirin.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê ragihand ku polîsên vê parêzgehê 16 kes bi tohmeta êrişa ser keçekê li taxa Hiwanê ya vî bajarî girtine.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê herwiha got ku gumanbar "li tawanê xwe mikur hatin.”

Bi gotina Serkewt Ehmed, 3 ji wan tometbaran bi xwe video tomar kirine û belav kirine û hemû jî xelkê Silêmaniyê ne.

Polîsên Silêmaniyê herwiha dest ser çend kelûpel û kêrên wan tohmetbaran de girtine, Berdvekê Polîsê Silemaniyê jî dibêje lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam e.

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê jî peyameke tund derbara êrişa ser keçekê li Silêmanîyê belav kir.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê, Cotyar Adil di peyamekê da ragihand: “Êrişa ser keçekê li navçeya Hiwan a Silêmanîyê sedema şermê ye û çawan ku çend roj berî nika jî li sînorê parêzgeha Silêmanîyê destdirêjî li xanimekê hat kirin û qet nayê qebûlkrin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê himberî her cure tundûtûjî û binpêkirina mafên mirovan bi giştî û mafên jinan radiweste û pêwîst e ku di dema herî zû da qanûn têkildarî tawanbaran were bicihanîn.”

Ev êrişa hovane ser keçekê li Silêmanîyê di halekî da ye ku di mehên vê dawîyê da hin kombûn bi merema piştgirîya ji mafên jinan û azadîyê li vê herêmê hatibûn lidarxistin.

342/