AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

2 rêbendan 2023

18:13:17
1335480

Macid Şengalî: "Rêya herî baş ji bo hevhatina PDK Û YNK'yê maseya gotûbêjê ye"

Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Parlimana vî welatî got: Rêya herî baş ji bo liyektêgihîştin û hevhatina du partiyên sereke yên kurdistanî, rûniştina li dor maseya gotûbêjê ye.

Macid Şengalî Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Parlimana vî welatî di hevpeyvînekê da bi gotina vêya ku "Rêya herî baş ji bo hevhatin û liyektêgihîştinê navbera PDK û YNK'yê rûniştina li dor maseya gotûbêjê û berêxwedana du aliyan bo Bexdayê bi helwêsteke hevpar e", got: Dewama nakokiyan navbera van du partiyan ne li ser xêra wan û ne jî li ser xêra Herêma Kurdistana Iraqê ye.

Şengalî tekez kir: Bêyî pesendkirina qanûna nift û gazê, dê ti helwêstek girîng nebe; ji ber ku ev mijar yek ji nakokiyên herî girîng di navbera Hewlêr û Bexdayê da ye.

Hevdem endamekî YNK'yê amadetiya partiya xwe ji bo pêkanîna gotûbêjên cidî bi Partiya Demokrat ra diyar kir.

Hesen Alî got: Yekîtiya Niştîmanî ji bo çareserkirina nakokiyên xwe digel Partiya Demokrat amadeyî pêkanîna gotûbêjên cidî bi vê partiyê ra piştî betlaniyên sala nû ya mîladî ye. Lê beriya pêkhatina van gotûbêjan pêwîst e ku PDK sê pêngavan rake.

342/