AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

4 rêbendan 2023

19:47:50
1336097

Fetwayek ji bo parastina can û malê niştecihan li Herêma Kurdistana Iraqê

Encumena Bilind a Fetwayê ya Herêma Kurdistana Iraqê wek bersiva pirsyareke hemwelatiyên navçeya Pişderê li vê herêmê fetwayeke pêkhatî ji 5 bendan da.

Li gorî rapora Kanala Cîhanî ya Sahar'ê ji zarê çavkaniyên Herêma Kurdistana Iraqê, piştî ku hejmarek ji hemwelatiyan li navçeya Pişderê derbarê hikmekî têkildarî kirrîn û firotina qaçax li ser sînoran, nemaze li ser sînorên Çiyayê Qendîlê ji Encumena Bilind a Fetwayê ya Herêma Kurdistana Iraqê pirsîn, vê encumenê fetwayeke pêkhatî ji pênc bendan da ku tê da karê qaçax li navçeyên sînorî ji ber metirsiya li ser can û malê niştecihên navçeyê, hatiye neyîkirin.

Encumena Bilind a Fetwayê ya Herêma Kurdistana Iraqê di civîna xwe ya hejmara 12an a roja 13ê Kanûna 2023an da piştî lêvegera li çavkaniyên şerîetê yên têkildar û bi beşdariya pirraniya endamên xwe ev encam wergirtin:

Li gorî deq û nivîsên şerîetê, her kar û pîşeyek ku bibe sebeba xetera li dijî jiyana mirov an astengdarbûna wî û ewqasî rîsk û xeter tê da hebin ku bibe sebeba jinavçûna gişt an pirraniya saman û heyîtiya mirov, wek heram ji cûreya (heram ul-xeyr) tê zanîn û danûstadina wê jî ne-şer'î ye û Xwedayê mezin li Qurana pîroz pêşî lê girtiye. Mînaka wê jî bi aşkiratî li ayeta 195an a sûreta Beqereyê hatiye. Helbet istîsnayek jî ji bo kesên ku neçar bin û ti karekî wan ê din ji bo debara jiyana xwe û malbata xwe tunebe û sûd û feydeyên wî karî ji zirarên wî zêdetir bin, hatiye berçavgirtin.

Her wiha Encumena Bilind a Fetwayê ya Herêma Kurdistana Iraqê bal kişandiye ser rehendeke din a ziyanbariya karê bi qaçax li navçeyê. Di vî warî da vê encumenê amaje bi vêya kiriye ku carinan hewla anîna pez û dewar jî tê dayîn ku di encamê da carinan an pez û dewar ji nav diçin an jî canê xwediyên wan dikeve ber metirsiyê. Ji ber vê yekê, di rûpelên din ên fetwaya Encumena Bilind a Fetwayê da zirar û ziyanên vê cûreya sûdewerîyê hatine berçavgirtin.

Di beşeke din a vê fetwayê da hatiye: Li gorî qanûnên giştî yên şerîetê, nehîştina zirar û ziyanan anegorî bidestxistina sûd û qazancan ferztir e.

Di dewama vê fetwayê da qala vê yekê tê kirin ku, berçavgirtina mafên heywanan erkeke şer'î ye û pêwîst e ku bi cih bê. Bi taybet ku Pêxember Îslamê (S) jî gotiye: (Îtequllah fî hazihi el-behaîm) yanî "Ji Xwedê bitirsin û bila haya we ji heywanan hebe."

Her wiha di Fetwaya Encumena Bilind a Fetwayê ya Herêma Kurdistana Iraqê da hatiye: Her kes ku bibe sebebkar û hokarê van cûre karan an xelkê wek karker an şivan ji bo van karan bi kar bîne an neçar bike, wek gunehkar tê hesibandin û heman hikm wî jî digire ber xwe.

342/