Li gorî nûçeya roja Îniyê ya medyayên iraqî, Meydana gazê ya Kormor'ê li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana vî welatî ketiye ber êrîşa bi roketan.
Li gorî vê raporê, vê sibê dengekî pirr bilind li meydana gazê ya Kormorê li şaristana Çemçemalê hatiye bihîstin û li gorî zanyariyên seretayî, roketa Katiyoşayê ber bi vê meydanê va hatiye avêtin.
Kanala Kurdistan24'ê tevî piştrastkirina vê raporê nivîsî ku roket li nêzikî meydana gazê ketiye.
Meydana gazê ya Kormorê ji meydanên gazê yên herî mezin li Herêma Kurdistana Iraqê ji bo dabînkirina gaza şilekî bo hêzgehên elektrîkê yên Iraqê û dabînkirina hewcetiyên niştecihên xwecihî ye.
342/