AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

25 rêbendan 2023

18:28:43
1341023

Zanist û Teknolojî |Yekem “Etlesa Sê-Rehendî ya Çêv” a Îranê li Meşhedê hat çêkirin

Yekem “Etlesa Sê-Rehendî ya Çêv” (VirEye) ya Îranê bi têkoşîna mamoste û xwendekarên Koma Hînkariya Pizîşkî ya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Meşhedê, li Parêzgeha Xorasana Rezewî, hat dîzaynkirin û berhemanîn.

Li gorî rapora IRNA'yê ya roja Çarşemiyê, Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Meşhedê ji zarê Rêveberê Koma Hînkariya Pizîşkî ya Zankoya Pizîşkî ya vê zanîngehê ragihand: “Etlesa Sê-Rehendî ya Çêv” yekem etlesa amadekirî li welêt ji bo vekolandina anatomiya Makroskopî ya çavan e; ev berhema dahênane wek nermalaveke kêrhatî piştî pêkhatina lêkolînên pêwîst li gorî bernameyên pratîkî û teknolojiya hînkariyê hatiye dîzaynkirin û berhemanîn.

Dr. Elî Imadzade her wiha got: “Ev etlesa çavan ku di qonaxên çêkirin û berhemanîna wê da Teknolojiya “Stereoscopic” (Şêwazek ji bo pêkanîna sêwirîna Sê-Rehendî di bîner da bi rêya dîtina bi du çavan) hatiye bikaranîn, derfetê ji bo têgihîştina tam a sê-rehendî ya Anatomoya Çavan ji bo bikarêner dabîn dike.”

Rêveberê Koma Hînkariya Pizîşkî ya Zankoya Pizîşkî ya Meşhedê got: “Nîşandana çavê mirovan û hemî qat û layeyên wî bi qabiliyeta têgihîştinê bi awayê sê-rehendî, Qabiliyeta nîşandana qateke taybet a çêv û cîbicîkirina qatan, Qabiliyeta mezinkirin û gerrandinê, Binavkirina qat û laye û beşên cûr bi cûr ên çêv hevrê digel şiroveyan û Nîşandana wêneyên MRI û CT Scan'a çavan, ji taybetmendiyên herî girîng ên vê etlesê ne.”

342/