Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Ken’anî got: ”Ewropayê li gorî alûgurên hundurê Îranê hewil da ku wan wek emrazekê di sîyaseta derve da bi kar bîne û gel û dewletê ji hev dûr bixe.”
Ken’anî herwiha got: “Ewropayê hewil da ku bi birêxistina ajaweyan li Îranê di demajoya muzakireyan da serpişkîyan ji Tehranê bistîne.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: “Di meseleya muzakireyan da Îranê hewil da boykot bi dîplomasîyê bên rakirin û zemîneyekê ji bo hevkarîya digel welatên cîhanê saz bike, lê Amerîka û Ewropa boykotê wek darê destan bi kar tînin û Îranê bi dîplomasîya geş ew derbas kir ku encama erênî ya wî karî di peywendîyên aborî yên Îranê û cînaran û welatên Asyayê da xûya dike.”
342/