AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

27 rêbendan 2023

19:54:29
1341499

Rûsiye û Ukraynê bo muzakireya derbarê danûstandina birîndaran li hev kirin

Tatyana Moskalkova û Dmîtrî Lobînts, Komîserên Mafên Mirovan ên Rûsiyê û Ukraynê, ser hevdîtin û muzakireya derbarê danûstandina birîndarên cenga di navbera her du welatan de li hev kirin.

 11 meh ser şerê Rûsiyê û Ukraynê re derbas dibin û di vê midehê de, bi hezaran kes ji her du bereyan, hatine kuştin, birîndar an hêsîr bûne.

Welatên rojavayî jî bi piştgiriya eskerî û siyasî hewl dane şerê bi xopan di navbera her du welatên kevnare de dirêj bikin.

 Rûsye û Ukraynê di dawîn qonaxa di bereberê sala 2023an de jî, zêdetirî 200 esker azad kirin.

Ji despêka şerê Ukraynê di 4ê Sibata 2022an heta niha zêdetirî 1800 eskerên ukraynî di vê danûstandina hêsîrên cengê de vegeryan  mal û welatê xwe.

 Her du aliyan li hev kirin ku di hevdîtin û vîdyokonferasekê de lîsteyek ji navê kesên ku di encama şêr de bi giranî birîndar bûne, amade bikin û derbarê wê de gotûbêjê bikin.

 Moskalkovayê got: “Me pêştir jî ser çareserkirina hinek ji meseleyan  li hev kir ku ji wan em dikarin bala xwe bidin  ser naskirina kesên wendabûyî ji her du aliyan, alîkariya bo vegeryana  hêsîran û vegeriyana  kesên sivîl ên desteserkirî.”

 Li gorî gotina vê rayedara ûris, her du aliyan li hev kirin ku di vê qonaxa danûstandinê de, kesên ku bi giranî birîndar bûne, di navbera her du welatan de, cîbicîkirin.”

342/