AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

27 rêbendan 2023

20:08:03
1341509

Êrişa ser balyozxaneya Komara Azerbaycanê li Tehranê; kuştiyek û du birîndar

Serokê Polîsê Tehranê got ku kesê êrîşî ser balyozxaneya Komara Azerbaycanê kiriye, hatiye girtin.

Serdar sertîp Hisên Rehîmî Serokê Polîsê Tehranê di gotûbêja digel Tasnim News'ê da tevî ragihandina  nûçeya girtina kesê ku sibeha roja Îniyê bi çeka germ êrîşî ser balyozxaneya Komara Azerbaycanê kiribû, got: "Ev kes vê sibê derbasî nav balyozxaneya Komara Azerrbaycanê bû û dest bi gulleavêtinê kir; di vê bûyerê da kesek hat kuştin û didu jî birîndar bûn."

Li gorî gotina Serokê Polîsê Tehranê, bi tevgeriyana bilez a polîs, kesê êrîşker derdem hat girtin û lêkolînên li ser wî dest pê bûn.

Sertîp Rehîmî got: Kesê hatiye girtin hevrê digel du zarokên xwe yên biçûk derbasî balyozxaneya Komara Azerbaycanê bûye. Wî her wiha got: Li gorî lêkolînên seretayî, êrîşker sedema êrîşa xwe pirsgirêkên kesane û malbatî zaniye.

Wezareta derve ya Komara Azerbaycanê jî bi daxuyaniyekê, ragihand: "Kesê êrîşker ketiye nav beşa ewlehiyê ya balyozxaneyê û bi çeka germ serokê servîsa ewlehiyê ya balyozxaneyê kuşt û 2 memûrên ewlehiyê yên balyozxaneyê di dema têkbirina êrîşê da birîndar bûn."

Hêjayî gotinê ye, tawanbar di lêkolînên seretayî da îdia kiriye: Adara îsal hevjîn amin serdana balyozxaneya Komara Azerbaycanê kiriye û êdî venegeriyaye malê.

Wî her wiha gotiye: Ez bi caran çûme balyozxaneya Azerbaycanê, lê min ti bersivek ji wan wernegirtiye û min wiha difikirî ku hevjîna min li balyozxaneyê ye û naxwaze min bibîne. Vêca vê sibê min biryar da bi çeka kelaşkovê ku min ji pêş va amade kiribû, êrîşî ser balyozxaneyê bikim.

342/