AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

16 pûşper 2023

11:02:36
1373477

Ziyanêna aborî yên firotina nifta Herêma kurdistana Iraqê

Ji ber belavbûna belgeyên firotina nifta Herêma kurdistana Iraqê, hinardekirina nifta Herêma Kurdisanê ji ber cihanîna siayseta fiotina niftê bi aweyê serbixwe û bêyî çavdêriya Somoyê sercem bo Hewlêrê ziyana xwe hebûye.

Herêma Kurdistana Iraqê di dereqa 8 salên derbasbûyî  de ji sala 2014-an heta 2021-an zêdetirî milyardek û 100 milyon bermîlêm nift firotiye. Lê  kêmtir ji 31 hezar milyar dînar derhat bi dest xistiye. Eva di halekî de ye ku ji ber cihanîna  siyaseta firotina niftê bi awayê serbixwe bi qasî 81 hezar milyar dînar pişka xwe ji bûceya giştî ya Iarqê ji dest daye û 45 hezar milyar dînar jî deyndar bûye, Pişka Herêma Kurdistanê ji bûceya giştî ya Iraqê  di navbera salên 2014an heta 2021an bi qasê 97 hezar milyar dînarî bû, ji wê bi tenê 15 hezar milyar dînar hatiye şandin bo herêmê, yanê şandina 81 hezar milyar dînarê wê hatiye rawestandin.

Firotina nifta Herêma kurdistana Iraqê di çarçoveya siyaseta aboriya serbixwe ji sala 2014-an heta dawiya sala 2021-an zêde ji yek milyard û 100 milyon bermîla  niftê daye ku bi giştî her bermîla nift bi qsê 54 dolarî firotiye.

 Sercem bêyî hesabkirina lêkêmkirinan, diravê firotina ewqas niftê zêde ji 55 milayr dolar bi qasê 68 hezar milyar dînarî bûye.

 Lê li gor gotinên Kemal Etroşî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêmê ku 28 Hezîrana 2021-an di civîna hevpar a parlemana  Kurdistanê û hikûmeta herêmê ragihand ku sedî 58 derhata  firotina  niftê bo kompaniyên nift û xercên niftê ye bi curekê ku  sedî 2 yê vê derhatê bi derxistina  niftê û sedî 14 ê bo desmiza kompaniyên niftê û- sedî 6 ê wê bo xercên veguhstina niftê bûye. Tişta ku wek derhat bo herêmê dimîne jî dibe xerê dayîna  karmuzdê deynan.

 Ji xeynê wê, herêm berdewam 10 dolaran kêmtir ji buhaya bazara cîhanî ya niftê tê firotin.

Lewma piştî kêmkirina xercên  berhemanîan  niftê tişta ku wek derhata firotinê, milayrdek û 103 milyon û 211 hezar bermîal niftê bo herêmê dimîne.

Sercem giût deynên Herêma kurdistana Iraqê ji ber kêamsiyên berdewam bi taybet qeyrana  salên 2014an, 2017an, 2020an Herêma Kurdistanê gelek ket bin deynan ku beşeke zêde ji van deynan miaşa kedkaran û deynên TBI berpirsiyariyên aborî û deynên bankê yên navxweyî ye.

 Ew deyn bi qasê zêdetir 31 milayr dolara aemerîkî ye ku beşeke zêde ji wê vedigere serdema beriya kabîneya nehan.

 342/