AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
pêncşem

29 pûşper 2023

16:56:05
1376117

Berhemanîna niftê li Herêma Kurdistana Iraqê ji nû va dê were destpêkirin

Şêwirmendê Ofîsa Medyayî ya Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) di Karûbarên Enerjiyê da ragihand, derdem ku Qanûna Bûceyê ji bo salên bidûhev ên 2023, 2024 û 2025an derbasî qonaxa cihanînê bibe, li pey wê dê berhemanîna niftê li Herêma Kurdistanê dîsan were destpêkirin.

Behcet Ehmed, Şêwirmendê Ofîsa Medyayî ya Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) di Karûbarên Enerjiyê da li ser Facebook'a xwe nivîsî: Piştî weşandina Qanûna Bûceyê li Rojameya Weqayê' a Iraqê ev qanûn derbasî qonaxa cihanînê bûye; li gorî vê qanûnê sedî 12,67 ji bûceya gelemperî ya Iraqê ji Herêma Kurdistanê ra hatiye terxankirin.

Wî her wiha nivîsî: Ji destpêka meha bê va ev qanûn derbasî qonaxa fermî ya cihanînê dibe û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji pêş va hejmareke zêde ya bîrên xwe yên niftê dîsan çalak kiribûn, tenê di hejmareke wan a hindik da berhemanîna niftê hatibû rawestandin.

Behcet Ehmed amaje pê kir ku li gorî şehediyên ku ji hikûmeta Iraqê li ber dest in, ji ber lihevnekirina vî welatî digel hikûmeta Tirkiyê derbarê hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bi rêya Bendra Cîhanê, nifta Herêmê vê demê ji bo mesrefên navxweyî tê berhemanîn; Wek pêngava yekem û piştî ku qanûna bûceyê derbasî qonaxa cihanînê bibe, nifta berhemhatî li meydana niftê ya Xormele û beşeke din a meydanên niftê yên din bi rêya Palîngeha Kar tê palavtin û li nav parêzgehên bakurê Iraqê weke Mûsilê tê belavkirin.

Şêwirmendê Ofîsa Medyayî ya Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) di Karûbarên Enerjiyê da got ku asta hinardekirina rojane ya niftê ji meydanên niftê yên Herêmê 450 hezar bermîl di rojê da bû.

342/