AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

26 tîrmeh 2023

15:13:48
1382546

Nifşa Nû: Bexdayê daxwaza 130 hezar bermîlê ji Herêma Kurdistanê kiriye, lê Hewlêrê radest nekiriye

Berdevkê Tevgera Nifşa Nû tevî redkirina daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku heta niha hikûmeta Herêmê nift nedaye Bexdayê.

Hîmdad Şahîn Berdevkê Tevgera Nifşa Nû ragihand: Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê îdia dike ku nifta pêwîst radestî Bexdayê kiriye û dayîna meaşa karmendan ne berpirsyariya wan e û divê ji hikûmeta navendî were xwestin ku meaşa bide.

Ev îdia bi ti awayî rast nîne, pêwîst e gelê me bizane ku heta niha Herêma Kurdistanê hazir nîne nifta xwe radestî Bexdayê bike.

Di Tîrmehê da hikûmeta Iraqê daxwaza radestkirina 130 hezar bermîl niftê ji bo palîngehan kir, lê Herêma KUrdistanê hazir nebû ku vê mîqdara niftê radest bike.

Hîmdad Şahîn eşaret pê kir ku  heta niha Herêma Kurdistana Iraqê nepejirandiye ku rêveberiya meydanên niftê bispêre Kompaniya SOMO'yê û dixwaze bixwe nifta xwe bifiroşe.

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ti kiryareke din a pratîkî di vî warî da nekiriye ku hikûmeta Iraqê bi cihneanîna sozên xwe tawanbar bike û daxwaza dayîna meaşa karmendan ji Bexdayê bike.

342/