AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

14 gelawêj 2023

20:52:05
1387103

Amedtiya Kurdistana Iraqê bo mazûvaniya ji nîv milyon ziyaretkerên Erbeîna Huseynî

Herêma Kurdistaan Iraqê bo mazûvaniya ji nêzîkî nîv milyon ziyaretkerên Erbeîna Huseynî(s) hinek bername tidarek dîtine û amadeyî mazûvaniya ji wan e.

 Çavkaniyên nûçeyan li Iraqê ji zarê rayedarên  Herêma Kurdistanê ragihandin ku bernameyên Herêma Kurdistana Iraqê bo mazûvaniya ji nêzîkî nîv milyon ziyarekerên îranî ku ji derbasgeha sînorî ya Hac Umranê(Temerçînê) bo beşdariya li Erbeîna Huseynî(S) dê derbasî vî welatî bibin, tewa bûye, ziyaretkar ji derbasgeha Hecî Umanê bi ûtûbûsan dê bên veguhestin bo nîşangeha navneteweyî ya Hewlêrê li parka Samî Ebdulrehman ku bên şandin bo cihê biryrakirî..

 Rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê texmîn dikin ku demajoya derbasbûna ziyaretkerên îranî ku biryar e bo beşdariya di merasima Erbeîna Huseynî li bajarê Kerbelayê derbasî vê navçeyê bibin ji 18 Tebaxê ve destpê bibe.

Wan pêşbînî kirine ku nêzîkî nîv milyon ziyaretkerên  Erbeînê ji Îranê û ji derbasgeha Hac Umranê ve debasî nava axa Iraqê bibin.

342/