Omîd Sebah, Sekreterê Encumena Wezîrên Herêma Kurdistana Iraqê amaje bi vê hevdîtinê kir ku di vê civînê de Sekreterê Encumena Wezîran û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî, Wezîrê Dadweriyê û Serokê dayireya hemahengî û lêkolînê yê Herêma Kurdistana Iraqê jî amade bibûn û piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistana Iraqê nîşan da û teqezî ser kompaniyên niftê yên li Herêma Kurdistanê kir.
Wî got: Di vê hevdîtinê de kar û çalakiyên kompanyayên niftê li herêmê wek şirîkê sereke yên yên herêmê giring hatin nirxandin û her du alî li ser berdewamiya muzakirên Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê li ser pêşnuma bûdceyê de lihev kirin.
Sekreterê Encumena Wezîrên Herêma Kurdistana Iraqê got: Di beşeke din a vê hevdîtinê de projeyasaya neft û gazê gotûbêj kirin û di vêçarçoveyê de kompaniyên petrolê nêrînên xwe raber kirin.
342/