Elî seidûn El-Lamî Endamê Komîsyona Nift, Gaz û Çavkaniyên Sirûştî ya Meclîsa Iraqê bi gotina vêya ku tevî hewldanên ji bo pesendkirina pêşnivîsa Qanûna Nift û Gazê ya Iraqê, nakokiyên navbera hikûmetên navendî û Herêma Kurdistanê hema wisa berbendek ser rêya serêxwegirtina vê meseleyê ye, got: Hîn gellek meseleyên kêşeliser navbera Bexda û Hewlêrê nehatine çareserkirin, loma ev yek pesendkirina pêşnivîsa Qanûna Nift û Gazê nemumkin dike û ti nîşaneyek ji pesendkirina vê pêşnivîsê tineye.
El-Lamî bi amajeya ser vêya ku 13 meseleyên nakokîliser navbera hikûmetên federal û Herêma KUrdistanê û parêzgehên berhemênerê niftê li Iraqê hene ku berbenda herî mezin ser rêya pesendkirina pêşnivîsa Qanûna Nift û Gazê ne, tekez kir ku ev mesele bi ti awayê nikarin werin çareserkirin, loma ev yek piştrast dike ku îmkana pesendkirina vê pêşnivîsê li gorî sazûkarên heyî tineye.
342/