AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Abna
çarşem

27 berfanbar 2023

10:21:01
1424155

Heger helwesta hemû miletan wek gelê Îranê bûya heta niha Filistîn azad bûbû

Peyama vîdyoyî ya rojnamevana jin a ji Xezayê ji bo civîna îro ya Rêberê Şoreşê îslamî îmam xamineî:

Li gora rapora ajansa nûçan a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna

Peyama vîdyoyî ya nûçegihana jin a Xezayê ji bo rêberê inqilaba îro: Ger rewşa hemû neteweyan wek gelê Îranê bûya, heta niha Filistîn azad bûbû.

  Heman demê di civîna koma jin û keçan a bi Rêberê Înqilaba Îslamî re, peyama vîdyoyî ya Îsraa El-Boheyîsî nûçegihanê Tora El-Alamê ji nava wêraniyên bajarê Xezayê li Husêniya Îmam Xumeynî hat weşandin.

 Peyama vîdyoyî ya Îsraa Boheyîsî rojnamevana jin a xelkê Xezayê ji bo hevdîtina îro ya ligel rêberê inqilaba Îslamî: Hûn miletê Îranê tekane milet in ku li ser pirsa Filistîn û Mescida Eqsayê rawestiyane. ji ber vê piştgirîyê hûn rastî ceza û zextên herî giran hatin.

 Ez ne di civîna we de me, lê hûn ê peyama min bibihîzin, peyama min ev e; Çawa ku we piştgirî da gelê Filistînê, hûn jî piştgirîya xwe bidomînin.  

 El-Boheîsî di axaftina xwe de silav li gelê Îranê û rêberê inqilaba Îslamî kir û bal kişand ser berxwedana gelê Filistînê û destnîşan kir: "Hûn gelên Îranê tekane milet in ku ji bo meseleya Filistînê rawestiyane." û Mescîda Eqsayê û ji ber vê piştgirîyê rastî ceza û zextên herî giran hatin."

 Xanim El-Boheysî got: Ez di civîna we de amade nînim, lê hûnê peyama min bibihîzin, peyama min ev e; Çawa ku we piştgirî da gelê Filistînê, hûn jî piştgirîya xwe bidomînin. Eger helwêsta hemû welatên îslamî wek Îranê bûya, dê heta niha axa Filistînê azad bibûya.

 Di beşeke vê vîdyoyê de xanim El-Boheîsî got ku ne diyare ez sax bim û Xwedê şehadetê bide min, lê daxwazê ​​ji we dikim ku gelê Filistîn û Xezayê bi tenê nehêlin û bizanin ku Xwedê pê re ye. me.