AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahar Kurmancî
pêncşem

4 rêbendan 2024

7:12:07
1426520

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê teqînên li Kirmanê şermezar kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê teqînên şeva çarşemê li Kirmanê şermezar kir.


Li gora rapora ajansa nûçan a Ehlûlbeyt e(s) Abna -Mesrûr Barzanî bi şandina peyamekê bo Komara Îslamî ya Îranê, ev  du êrişên terorîstî , êrişkeke tirsonekane bi nav kir.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan û dewleta Komara Îslamî ya Îranê re da diyarkirin û hêviya  silametiyê bo birîndarên vê bûyerê kir.Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Cemal Reşîd jî teqînên şeva çarşemiyê li bajarê Kirmanê şermezar kir û  ji dewlet û gelê Îranê re sersaxî xwest .

Pêştir  jî Seyîd Emmar Hekîm rêberê tevgera hikmeya neteweyî ya Iraqê bi tundî ew kiryara terorîstî ya bajarê Kirmanê a Îranê şermezar kir ku di encamê de bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî.