Mesrûr Barzanî bi şandina peyamekê bo Komara Îslamî ya Îranê, ev du êrişên terorîstî , êrişkeke tirsonekane bi nav kir.
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan û dewleta Komara Îslamî ya Îranê re da diyarkirin û hêviya silametiyê bo birîndarên vê bûyerê kir.Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Cemal Reşîd jî teqînên şeva çarşemiyê li bajarê Kirmanê şermezar kir û ji dewlet û gelê Îranê re sersaxî xwest .
Pêştir jîSeyîd Emmar Hekîm rêberê tevgera hikmeya neteweyî ya Iraqê bi tundî ew kiryara terorîstî ya bajarê Kirmanê a Îranê şermezar kir ku di encamê de bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî.