Li gor nûçeya Ajansa Ehlûl Beytê (s.x) Abna – Bi boneya koça dawî ya tefsîr û alimê pîroz ê Pakistanê Ayetullah Hac Şêx Muhsen Elî Necefî, merasima sersaxiyê û yadkirinê bi amadebûna Hz. ayetllahên mezin, alimên gir , kesayetiyên olî,
mamostayen Zanîngahen û raya giştî ya eleqedar roja Çarşemê 27 Çile 1402 piştî nimêja Mexrib û Îşa li Şebestanê Îmam Xumeynî (RE) Li merqed û herama pîroz a Hezretê Mesûme (s.x) hat lidarxistin. Di vê merasimê de, ayetulah Riza Remezanî, Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Ehlûl Beytê (s.x) û Hucetul Îslam Şêx Muhemed Şefa Necefî, îmamê îniyê yê Îslamabad a Pakistanê, behsa taybetmendiyên zanistî û kesayetî yê vî zanayê hêja kirin.