AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Welayet News
pêncşem

18 rêbendan 2024

9:28:56
1430356

Veşartinên Vîla Şot li Hewlêrê

Agahiyên nû derbarê vîlaya li Hewlêrê ku Îranê bi hinceta ku navenda Mosadê ye bombebaran kir, derketin. Çapemeniya Îran û Iraqê hin agahiyên pasaportê û wêneyên kesên li herêmên têkildar parve kirin û îdia kirin ku ew Îsraîliyên di bombebaranê de mirine.

 Li gora rapora ajansa nûçan a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna - Gotûbêja ku piştî lêdana Sipahê Pasdarên Şoreşa Îranê li hin xalên Iraq û Sûriyê li hember kiryarên terorîstî yên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dest pê kir, berdewam dike. Di navenda gotûbêjan de vîlaya karsazê Iraqî Pêşrew Dizayî ye ku jê re dibêjin 'hêlîna sîxuriyê' ya li Hewlêrê. Piştî operasyonê propagandaya 'Îranê malên sivîlan bombebaran kir' hat destpêkirin. Ajansa Fermî ya Îranê Fars ragihand ku di operasyonê de 4 berpirsên payebilind ên MOSADê hatine kuştin. Çavkaniyên ewlehiyê yên Îranê jî ragihandin ku xalên hatine lêdan cihên girêdayî MOSADê ne. Hat ragihandin dema ku operasyon hat kirin kesên di vila de di hevdîtinê de bûn. Televîzyona El-Meyadîn a Lubnanê jî ragihand ku komên dijberê Îranê plan dikin ku di rojên pêş de li vê vîllayê kom bibin û plana êrişên terorîstî yên nû bikin. Agahiyên girîng derbarê nasnameya kesên ku di êrîşa mûşekî de jiyana xwe ji dest dane, di çapemeniya Îran û Iraqê de cih girtin.

LI HEWLÊRÊ EW ÎSRAÎLÎ ÇI DIKIN?

Di çar pasaportên Îsraîlî yên ku hatine weşandin de peyvên Avi Hen, Israel Shraiber, Barak Adika û Shimon Malka li ser hatine nivîsandin. Li ser torên civakî jî gelek wêne û vîdyoyên ku heman kesan ligel hêzên pêşmerge li Hewlêrê kişandine hatin parvekirin. Her wiha hat îdiakirin ku hin wêneyên kesên Îsraîlî di vîla ku lê hatine kişandin de hatine kişandin. Di hin wêneyan de kesên ku behsa wan tê kirin di dema hevdîtina agahdarkirinê de yan jî çek hilgirtine.

Pêşrew Dizayî kasibkarê iraqî ku xwediyê vila bû, di operasyona Îranê de hat kuştin. Hat diyarkirin ku şîrketa ewlekarî û parastinê ya girêdayî Koma Falcon a xwediyê Pêşrew Dizayî ku tê gotin terora li dijî Îranê fînanse kiriye, bûye sîwana çalakiyên ajanên MOSSAD’ê yên li herêmê. Her wiha hat destnîşankirin ku endamên berê yên leşkerî yên Amerîkayê jî di şirketê de dixebitin. Hat îdiakirin ku Dizayî di radestkirina nefta Sûriyeyê ya ku ji teref PKK/PYDê ve ji herêmên dagirkirî yên li Sûriyeyê hatine dizîn ji bo Îsraîlê jî cih girtiye.

Televîzyona Dewletê ya Îranê Seda û Sîma jî diyar kirin ku plana kuştina zanyarê nukleerî yê Îranî Muhsin Fehrizade ku di êrîşa Îsraîlê ya 27ê Mijdara 2020an de jiyana xwe ji dest da, li vê vilayê hatiye çêkirin. Ajansa Nûçeyan a Nîvfermî ya Îranê Tasnîm nivîsî ku hin agahî hene ku nîşan didin ku "Silêman Emîn Nadir" bi nasnav "Ecî Emîn" Serokê Encumena Bilind a Ewlekariya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê jî di civîna li vîllayê de amade bûye. Li gorî nûçeyê, Emîn ku dihat gotin di kuştina Fehrîzade de rola wî hebûye, dibe ku yek ji wan kesên ku di operasyona dawî ya Îranê de jiyana xwe ji dest daye. Lê hat destnîşankirin ku di derbarê vê yekê de hêj agahiyeke zelal bi dest neketiye..