AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
şemî

27 rêbendan 2024

5:04:15
1432663

Çi bûya haya û xîret hati rakirin?

  Li gora rapora ajansa nûçan a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna-Şêx Behaeddîn Amilî di pirtûkeke xwe de wiha dinivîse:

“Rojekê jinekê giliyê hakim kir ku min ji mêrê xwe pênc sed şêkil zêr xwest û neda min. Dadger gazî mêr kir. Paşê ji jinikê pirsî: Ma şahidê te heye?

Jinikê got: Belê, ew herdu mêrik şahid in.

Dadger ji şahidan pirsî: şahidiyê bikin ku ev jin ji mêrê xwe pênc sed şekil dixwaze.

Şahidan got: Divê ev jin perdeya(şarpîya) xwe paşde bikişîne da ku em wê rast nas bikin ku ew heman jin e. Gava jinikê ev yek bihîst, lerizî!

Mêrê wê qêriya, te çi got, ji bo pênc sed zêran, jina min dê rûyê xwe nîşanî te bide?! Qet! Qet! Ez ê pênc sed şêkil zêran bidim û nehêlim rûyê jina xwe li ber du zilamên biyanî bê dîtin.

Dema ku jinikê mêrxas û xîreta mêrê xwe dît, dev ji giliyê xwe berda û ew qas da mêrê xwe.

 Baş bû ku wî zilamî civaka me ya îro bi xîret dît

Û lingên xwe nîşanî her kesî didin, mêr, bav û birayên wan jî bi wan razî ne û li kêleka wan bi reftarên xwe pesnê xwe didin û bi reftarên wan rizayetmendî xwe nîşan didin.