Li gora rapora ajansa nûçan a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna-HERÊM QADIR Melayên Helebçeyê êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezarkirin û gotin, di Îslamyetê de bi ti rengî rê bi komkujiyan nehatiye dayîn. Her dewletek komkujiyan pêkbîne, nîşana binketin û şikestina wê ye.
Bertek û nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde dibin. Melayên parêzgeha Helebceyê jî di derbarê êrişên dewleta Tirk de nêrînên xwe anîn ziman.
Melayê Mizgefta Tekye Ebdulbasit Celal îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Musulmanên Rojavayê Kurdistanê ku sivîl û bê sucin, bombebarankirina wan a bi balafir, top û muşekan sucên şere û em şermezar dikîn. Tişta ku îro li beramberî birayên me yên Rojava tê kirin, bi heman rengî li dijî Helebce û Êzidiyan jî hatiye kirin.
Di Îslamyetê de bi ti rengî rê bi komkujiyan nayê dayîn. Her dewletek komkujiyan bike, ew nîşaneya wê ya binkeftin û şikestinê ye.”