AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
duşem

29 rêbendan 2024

7:54:13
1433375

Misteşarê MÎT’ê li gel Barzanî civiya: PDK’ê carek din hevkariya xwe bi dewleta Tirk re anî ziman

Li gora rapora ajansa nûçan a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna -NAVENDA NÛÇEYANMisteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, piştî serdana xwe ya Bexdayê, berê xwe da Hewlêrê û li gel Serokê PDK’ê Mesud Barzanî re civiyan. 

Di civînê de her du aliyan rewşa siyasî ya herêmê guftugokirin û wek her carê tekezî li ser hevkariya navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hate kirin.Bi salane ji ber bêdengiya Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê, dewleta Tirk serweriya xaka Iraqê binpê dike û rojane êrişan pêktîne. Li aliyek din jî ava Iraqê digire, di nava qeyran û aloziyê de Misteşarê Mît’ê Îbrahîm Kalin serdana Iraqê kir.

Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin di 22’yê mehê de ji nişka ve serdana Iraqê kir, di serî de Serokkomarê Iraqê, Kalin bi gelek rayedarên Iraqê re civiya. Serokkomarê Iraqê Ebdul Letîf Reşîd li gel Serokê MÎT’a Tirk Îbrahîm Kalin civiya. 

Di civînê de serokkomarê Iraqê îşaret bi binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser sinorê parêzgeha Silêmanî û deverên din ên Herêma Kurdistanê kir û xwest Tirkiye rêzê li serweriya Iraqê bigre.

Îbrahîm Kalin piştî serdana xwe ya li Bexdayê, serdana Hewlêrê jî kir û li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya.

Li gorî medya nêzî PDK’ê ragihandî Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê pêşwazî li Serokê Misteşarê Mît’ê Îbrahîm Kalin kiriye.

Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî û aramiya herêmê gotûbêj hatiye kirin.

Her wiha hate ragihandin ku wek her carê di civînê de tekezî li ser hevkarî û hemahengiya navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hatiye kirin..