AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
duşem

29 rêbendan 2024

8:07:42
1433383

‘Erdoxan zalim û xwînmije’

Welatiya bi navê Zîne Elî ku xelkê Kobanê ye û niha niştecihê Silêmaniye, derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de got; “Erdogan zalim û xwînmije, ji bo çi êrişî me dike, em tenê daxwaza mafê xwe dikin.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk rojane li Rojava û Başûr komkujiyan pêktîne, di serî de Iraq û Herêma Kurdistanê, cîhan ji êrişan re bêdengiyê hilbijartine.Derbarê êrişan de, jina binavê Zîne Elî ku xelkê Kobanê ye û niha niştecihê Silêmaniyê ye, ji ajansa me re axivî. Zîne Elî bi pirsyara, dewleta Tirk ji bo çi êrişî Kobanê dike? Dest bi axaftina xwe dike; “Ji bo çi zarok, kal û ciwanan, navendên tenduristî û cihên xizmetguzariyê bombebaran dike? Erdogan kesek zalim û xwîn mije. Hertim di werza zivistanê de Erdogan navendên xizmetê bombebaran dike. 

Li kuderê Kurdek hebe, Erdogan hewl dide tine bike, ma Kurdan çi kiriye? Tenê mafê xwe dixwazin. Leşkerên xwe dibe Qendîlê û şerê gerîla dike, bê guman wê gerîla jî bersiva wan bide.”

Di dawiya axaftina xwe de Zîne Elî dibêje; “Em nefret ji Erdogan dikin û wî şermezar dikin, bila êdî dev ji me berde. Bijî Serok Apo, bijî Kurd û Kurdistan.”