AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
duşem

29 rêbendan 2024

8:48:47
1433395

Li Efrînê 3 kes hatin revandin

Li gora rapora ajansa nûçan a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna -NAVENDA NÛÇEYAN MÎT a Tirk û çeteyên wê li Efrînê 3 kes revandin. Hate ragihandin ku di nava kesên hatîn revandin de kesên astengdar hene.Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê yên mayî didomin.Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku 17`ê Çileyê MÎT a Tirk ya dagirker û çeteyên wê welatiya bi navê Laman Reşîd Seydo (35) li gundê Metîna yê navçeya Şera revand û heta niha çarenûsa wê ne diyar e.Her wiha eşkere kir ku endamên îstixbarata dewleta Tirk 24`ê Çileyê welatiyê bi navê Şêx Menan Gîro (34) ku bi navê Çolaq tê naskirin û astengdar e, tevî hevjîna wî Gulê li gundê Xalta yê navçeya Cindirêsê revand.Hêjayî gotinêye ku Navenda Belgekirina Sûcan ku sûcên li Sûriyeyê belge dike, di rapora xwe de navên 32 kesên di Çileyê de li Efrînê hatine revandin, eşkere kirin.