Di nameyê de hatiye: Rejîma Îslamî ya Îranê bi tundî van îdiayên bêbingeh red dike. Weke ku berê jî di nivîsên me de, tevî nameyên 4ê Kanûna Pêşîn a 2023an û 2ê Çileya Pêşîn a 2024an, tekez kiribû, ku ti grûpên girêdayî hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, çi li Iraq, Sûriyê û li her cihekî din bi awayekî rasterast yan nerasterast di bin kontrola hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê de ne. Komara Îslamî ya Îranê an jî li ser navê wê tevdigere tune.
Nûnerê Îranê destnîşan kir: Ji ber vê yekê Komara Îslamî ya Îranê li hember kiryarên ti kes û girûpekê li navçê berpirsyar nîne.
Di vê nameyê de her wiha hatiye nivîsandin: Herwaha ew kiryarên Amerîkayê li Sûriyê û Iraqê hem neqanûnî ne û hem jî binpêkirina yasayên navdewletî û peymana Netewên Yekgirtî bi taybet benda 2 (4) ya destûrê ye. Di encamê de naveroka Amerîka di nameya navborî de ku li gor xala 51ê ya Peymana Netewên Yekgirtî pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kiriye, bê bingeheke yasayî ye û nikare van kiryaran rewa bike.