AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Hewlêr (Rûdaw)
çarşem

31 rêbendan 2024

8:17:43
1433971

Berdevkê HUDA-PARê: Şêx Seîd qehremanê Îslamê ye

 Li gora rapora ajansa nûçan a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna - Berdevkê HUDA-PARê Serkan Ramanli li parlamentoyê daxuyanî da û got, “Şêx Seîd, qehremanek ê Îslamê ye.”

Berdevkê HUDA-PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli, li parlamentoyê rojev nirxand.

Ramanli bersiva pirsên rojnamegeran da û li ser Şêx Seîd got:

“Beriya her tiştî divê em bizanibin, Şêx Seîd qehremanê Îslamê ye.

Dema em li dîrokê, kes û bûyerên dîrokî temaşe dikin, pêwîst e em ders jê derxin û rastiyê bibînin. Em bi vî şeklî dixwînin û nas dikin.

Berê li vî welatî gelekî êş, azar û pirsgirêk rû dane.

Îro li cihê ku em ji wan bûyeran ders derbixin û bêjin bila bûyerên dîrokî careke din dubare nebin, bila  xwişk û biratiya me xurt bibe, aşitiya civakî were avakirin, em heqaretê li nirxên civakê dikin.

Hewldana rakirina destkeftiyeke siyasî, şermeke mezin e.”

“Bêbextî li Şêx Seîd Efendî tê kirin”

Ramanli diyar kir ku gelek kes dibêjin Şêx Seîd Efendî sîxûriya Înglîzan kiriye û ji bo wan kar kiriye, bêbextiyeke mezin dikin.

Ramanli wiha berdewam kir:

“Helbet ên ku hişmendiya wan a siyasî ji pirtûkên dîroka Înklabê pêk tê dê ji gotinên min fêm neke.

Dema ku hûn wêneyên Şêx Seîd Efendî û wêneyên şandeya dadgeha Îstiklalê ku ew bi dar ve kirine dibînin, hûnê bibînin ka kî bi Îngilîzan re yekitî kiriye.

Xala duyem, helbet em wekî tevgera siyasî bi bav û kalan re mijûl nabin lê Şêx Seîd Efendî ji binemala Pêxemberê me Hezretî Mihemed aleyhîsalatû weselam tê.

Binemala wî ji binemala hemû parlamenterên berê û yên niha binirxtir e.

Em hemwelatiyên çîna yekem ê vî welatî ne. Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Sunî, Elêwî, Misilman û yên ne misilman hemû jî yek in û wekhev in.

Berpirsyariya me ew e ku em paşeroja xwe li ser esasê edaletê ava bikin.

Em dê berpirsyariya xwe bînin cih lê pêwîst e ne em ne jî kesekî