AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
çarşem

31 rêbendan 2024

17:45:20
1434035

Supayê Pasdarên Îranê: Ger êriş çêbibin, wê bê bersiv nemînin

Li gora rapora ajansa nûçan a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna- Fermandarê Supayê Pasdarên Îranê diyarkir ku ew û Emerîkayê hev dinasin, çi êriş dijî Îranê çêbibin, wê bê bersiv nemînin.

Fermandarê Supayê Pasdarên Îranê Husên Selamî derbarê gefên Emerîka yên li ser komên girêdayî Îranê, ji medya Îranê re axivî.

Husên Selamî da zanîn ku ew daxuyanî û gefên Emerîkayê yên dijî Îranê dibihîsin û got; “We me ceribandiye û em hev dinasin. Ti êrişek bê bersiv namîne û em nabin temaşevanê şer. Ger êrişek ser me çêbibe, emê bi tundî bersiv bidin û em ji wan êrişan natirsin. Em ne alîgirên şerin, lê amadene parastina xwe bikin.”

Hêjayî gotinê ye di 28’ê mehê de Wezareta Parastinê ya Emerîkayê (Pentagon) bi daxuyaniyekê ragihand ku li bakurê rojhilatê Urdunê nêzî sînorê Sûriyeyê, balefirek bê mirov û bi çek êrişî baregehek ya hêzên Emerîkayê kir.

Piştî êrişê rayedarên Emerîkayê gef li Îranê xwaribûn. Duh serokê Emerîkayê Joe Bayden ragihand ku wî derbarê çawaniya bersivdana kuştina leşkerên Emerîkî di êrişa li ser baregeha leşkerî ya Ûrdinê de biryar daye. Bayden got ku Îran berpirsê destekdayîna çekan ji komên alîgirên wê re ye, lê Emerîka naxwaze şerekî fireh li Rojhilata Navîn çêbibe.