AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
pêncşem

1 reşemî 2024

11:01:26
1434270

IFJ: Welatê ku herî zêde rojnameger lê girtî ne Tirkiye ye

Li gora rapora ajansa nûçan a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna -Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) ragihand ku di sala 2020’an de 65 rojnameger hatine kuştin û 229 rojnameger jî hatine girtin. Li gorî raporê welatê ku herî zêde rojnameger lê girtî ne Tirkiye ye.

Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) der barê sala 2020’an raporek amade kir. Li gorî raporê di sala 2020’an de, li tevahiya cîhanê 65 rojnameger li ser karên xwe hatine kuştin, 229 rojnameger hatine girtin. Li gor daneyên raporê welatê ku herî zêde rojnameger lê girtî ne Tirkiye ye.

Federasyon ji 1990’î vir ve hejmara rojnamegerên ku li ser karên xwe hatine kuştin dişopîne. Li gor qeydên federasyonê ji sala 1990’an û vir ve 2 hezar û 680 rojnameger li 16 welatan li ser karê xwe hatine kuştin.

Li gor rapora IFJ’ê li tevahiya cîhanê herî kêm 229 rojnameger girtî ne û ji wan 67 rojnameger li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne. Tirkiye bi vê hejmarê bû dewleta ku herî zêde rojnemeger xistine girtîgehan. Çîn 23, Misir 20, Erître 16 û Erebistina Siûdî bi 14 rojnamegerên girtî li dû Tirkiyeyê tên.

Sekreterê Giştî yê IFJ’ê Anthony Bellanger der barê qetilkirina rojnamegeran de wiha got: “Li Meksîkayê ji ber zilma baronên sûcdar, li Pakistanê tundiya fanatîkan, li Hindistan û Filîpînê alîgirên tundiyê dibin sedema qetilkirina rojnamegeran.” Bellanger bertek nîşanî dewletên ku rojnamegeran digirin da û wiha got: “ Rojnameger qasidên azadiya fikrî ne, dewleteke ku navê demokrasiyê heq bike rojnamegeran nagire.