Li gora rapora ajansa nûçan a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna ”NAVENDA NÛÇEYAN Duh Komeleya Qurbaniyên Kurdistanê û welatiyek Emerîkî, ji ber kuştin û revandinan, li Dadgeha Emerîkayê dijî malbata Barzaniyan doz vekirin.Lêkolînvan, nivîskar û berpirsê berê yê Pentagonê Michael Rubin li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand ku li Dadgeha Emerîkayê dijî malbata Barzanî dozek din hatiye vekirin.Li gorî Rubin, duh Serokê Komeleya Qurbaniyên Kurdistanê Mekî Firênd û kesek bi navê Con Doyse, li Dadgeha Emerîka dozek dijî malbata Barzanî tomarkiriye.Li gorî Rubin, doz yasayî ye û bi bihayê yek milyar dolar dijî malbata Barzanî hatiye tomarkirin. Herwiha dozek jî bi sedema kuştin, revandin û êşkenceyê li dijî Mesud Barzanî, Mesrûr Barzanî û Weysî Barzanî hatiye vekirin.Tê payîn di rojên pêş de Dadgeha Emerîkayê li ser dozan rojek ji bo civînê diyar bike.
source : ROJNEWS
pêncşem
1 reşemî 2024
11:11:46
1434271