AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
pêncşem

1 reşemî 2024

18:15:52
1434351

Guman û fikarên Iraqê li ser hevdîtina Barzanî û Misteşarê MÎT’ê heye

NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna navbera serokê PDK’ê û Misteşarê MÎT’ê de fikar xistiye nava berpirsên Iraqê û guman dikin Barzanî ji bo hîn zêdetir dagirkirina xaka Herêmê glupa kesk pêxistibe.Li gel pirsgirêk û nakokiyên di qada siyasî ya Iraqê de rû didin, dewleta Tirk a dagirker hewl dide pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê de kûrtir bike. Dixwaze bi peywendiyên xwe yên li gel serokê PDK’ê û biryara destûrê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ya ji bo dervey sînoran lidarxistina operasyonan, qada dagirkirina xaka Iraqê berfireh bike.Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin di 22’yê Çileyê de ji nişka ve serdana Iraqê kir, di serî de Serokkomarê Iraqê, Kalin bi gelek rayedarên Iraqê re civiya. Di 28’ê mehê de Îbrahîm Kalin piştî serdana xwe ya li Bexdayê, serdana Hewlêrê jî kir û li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya.Nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê, her wiha tevger û danustandinên zêde yên di nava du heftiyên borî de ji aliyê Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin ve hatî pêkanîn, fikar xistiye nava berpirsên Iraqê de ku Barzanî ji bo destpêkirina êrişa dagirkeriyek mezintir di nava xaka Iraqê de, glopa kesk pêxistibe.Yek ji Berpirsên Çarçoveya Hemahengî Elî Zubeydî di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Lihevkirina hemahengiya di navbera serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Tirkiyê ya derbarê mijarên ewlekarî û leşkerî de, fikaran derdixe holê. Em nizanin gelo ev yek dê glopa kesk bide Tirkiyê ji bo destpêkirina dagirkirina zêdetir a xaka Iraqê yan na. Serdana serokê MÎT a Tirkiyê Îbrahîm Kalin di vê demê de tiştekî sosret e. Divê mijarên ewlekarî û leşkerî di bin berpirsiyariya hikûmeta federal de bin. Ji ber ku ew berpirsê parastina serweriya welat e, ne aliyên siyasî yên ku hertim berjewendiyên xwe li ser asta herî bilind a welat re dibînin.” 

Elî Zubeydî da zanîn ku li gorî hemû agahî û daneyan, hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsankariya ketina hêzên Tirkiyê ji bo nav kûrahiya Iraqê kiriye, ev jî tê wê wateyê ku herêm beşdarî piştevaniya hêzên dagirker ên li nav axa Iraqê dibe, divê demildest ev piştgirî were rawestandin.

Cihê balkêşiyê ye ku artêşa Tirk a dagirker li xalên stratejîk ên li rêzeçiyayên Metîna, Zap û Xakûrkê gelek baregehên leşkerî avakiriye.

Şîrovekarê Siyasî Kazim Hac jî derbarê heman mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha pê de çû: “Bêguman dewleta Tirk hewl dide navendên xwe yên dagirkeriyê yên di nava kurahiya xaka Iraqê de berfirehtir bike ku yek ji armancên serdana Îbrahîm Kalin bû. Em nizanin çi hemehangiyek navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de ji bo parastina ewlehî û aramiyê heye. Li aliyê din êrişên tundrew ên Tirkiyeyê li ser xaka Herêm çi bi rêya hewayî yan jî bejahî berdewamin.”

Kazim Hac wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ev mijar cihê balkêşiyêye. Metirsî lihevkirinekê heye ku Tirkiye bi piştevaniya Barzanî êrişên zêdetir li hundirê Iraqê pêk bîne. Divê hikûmeta Iraqê, ji bo zêdekirina her cûre hêzên dagirkeriya Tirkiyeyê li nava Herêma Kurdistanê, demildest tedbîrên xwe bigire û ji bo derxistina van hêzan kar bike. Li gorî çarçoveya yasayî û dîplomatîk, mafê Iraqê heye ku serî li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bide.

Hêjayî gotinêye ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker her ku diçe di nava xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê de zêdetir dibe. Li gel van êriş û bombebaranan, bi dehan navend û baregehên hêzên leşkerî hatine avakirin. Lê heta niha desthilata Iraqê helwestek ciddî nîşan nedaye.

Iraqê zêdetirî 22 hezar binpêkirinên emnî yên ji aliyê dewleta Tirk ve li nav sînorên xwe qeydkiriye û Iraqê li ser vê zêdetirî 16 hezar daxwaznameyên nerazîbûnê bi rêya Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoyê pêşkêşkiriye.