AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
în

2 reşemî 2024

5:57:55
1434448

Rayedarên Emerîkayê ji bo yekkirina hêzên pêşmerge li Hewlêrê ne

Li gora rapora ajansa nûçan a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna-Berpirsên Wezareta Parastinê ya Emerîka û Herêma Kurdistanê li ser mijara yekkirina hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê civiyan.Lijneya Rêveberiya Cîbicîkar ya ji bo yekkirina hêzên pêşmerge ya di navbera Wezareta Parastinê ya Emerîka û Wezareta Pêşmerge ya Hikumeta Herêma Kurdistanê duh li Hewlêrê civiyan.Li gorî daxuyaniya serokatiya herêmê, dicivînê de behsa pêşketinên di pêvajoya reformên hêzên pêşmerge de hatine kirin.Hate diyarkirin ku her du aliyan li ser xalên sereke yên sala bê ku di çarçoveya pabendbûna demdirêj de, ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge di nava Wezareta Pêşmergeyan ya Herêma Kurdistanê de û avakirina hêzeke pispor ku karibe têkşikandina DAIŞê bi temamî misoger bike li hev kirine.Li gorî heman daxuyaniyê de di civînê de Emerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê dubare kiriye.