AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : https://www.batmangundem.com
şemî

3 reşemî 2024

9:38:32
1434739

Amerîkayê ji bo Rojavayê Kurdistanê îzin neda Tirkiyê

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) di daxuyaniyekê de ragihand, “Wezîr Austin banga kêmkirina rageşiyê kir û nerazîbûna tund a Wezaretê li bermaber operasyoneke leşkerî ya nû ya Tirkiyê li Sûriyê nîşan da.”

Pentagonê ragihand ku Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê roja Çarşemê bi rêya telefonê bi hevtayê xwe yê Tirkiyê Hulusî Akar re axiviye û “dijatiya xwe ya tund” li hember êrişa bejayî ya Tirkiyê bo ser Sûriyê nîşan daye.

Piştî teqîna roja 13ê Mijdarê ya li Stenbolê, Tirkiyê bi fermî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi encamdana teqînê tohmetbar kir, lê belê wan aliyan tohmetên red kirine.

Tirkiyê piştî wan tohmetbarkirinan, ji roja 20ê Mijdarê ve operasyoneke nû ya esmanî û topxaneyî bo ser deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de dest pê kiriye û gefa destpêkirina êrîşeke bejayî jî dixwe.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) di daxuyaniyekê de ragihand, “Wezîr Austin banga kêmkirina rageşiyê kir û nerazîbûna tund a Wezaretê li bermaber operasyoneke leşkerî ya nû ya Tirkiyê li Sûriyê nîşan da.”

Pentagonê herwiha got, Austin ji ber mirina kesên di teqîna Stenbolê de û herwiha di êrîşa li başûrê wî welatî de jiyana xwe ji dest dane, ji Tirkiyê re sersaxî xwestiye.

Li gor daxuyaniyê, Austin herwiha nîgeraniya xwe ji zêdebûna rageşiya li bakurê Sûriyê û Tirkiyê, di nav de êrîşên esmanî yên vê dawiyê nîşan daye, ku rasterast gefê li ser ewlehiya personelên Amerîkî dike ku bi hevkarên xwecihî (HSD) re kar ji bo têkbirina DAIŞê dikin.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê di wê pêwendiya telefonî de gotiye, ew bi tundî li dijî operasyoneke leşkerî ya nû ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê ne.

Di daxuyaniyê de tê gotin, LIyod Austin herwiha girîngiya têkiliyên stratejîk ên Amerîkayê û Tirkiyê dubare kir.

Peywendiya telefonî ya Austin bi Akar re tenê rojek piştî wê yekê hat ku sekreterê çapemeniyê yê Pentagonê got ku êrişa nû ya Tirkiyê li Sûriyê dê "zirareke mezin" bide destkeftiyên ku li dijî DAIŞê hatine bidestxistin, ku Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) roleke sereke di bidestxistina wan de heye.

Roja Sêşemê, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, ku bi navê Mazlûm Kobanê jî tê naskirin, ragihandibû ji bo amadekariya êrişeke gengaz a Tirkiyê wan operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê rawestandine.