Dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê bê navber berdewame. Li gel êriş û bombebaranên xwe yên dijwar her roja ku derbaz dibe, bostek din axa Başûrê Kurdistanê dagir dike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatîn girtin, dewleta Tirk a dagirker bi makîneyên mezin li gundê Kêste yê li navçeya Berwarî ya ser bi parêzgeha Dihokê rêyek nû çêdike.
Heman çavkaniyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker nahêle rojnamevan û welatî nêzîkî herêmê bibin, ji ber wê gundewarên herêmê nikarin karê lawirvanî û çandiniyê bikin.
Hêjayî gotinêye ku dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 40 km hatiye nava xaka Başûrê Kurdistanê û bi dehan navend û baregehên leşkerî û sixûrî çêkiriye. Lê heta niha jî ne hikûmeta Iraqê, ne hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê û ne jî ti aliyên fermî bi awayekî cidî helwestek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nîşan nedaye.