AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : AJANSA TESSNIM
sêşem

20 reşemî 2024

8:26:15
1439214

Hişyariya karbidestên siyonîst derbarê encamên şerê bi Hizbullahê re

Rayedarên siyonîst li bara encamên zêdekirina nakokiyên bi Hizbullahê re hişyarî dan û ragihandin ku hêza Îsraîlê nîne ku bi vê partiyê re şer bike û divê nekeve şerekî wiha.

Li gora rapora ajansa nûçen a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna- "Eynat Kalîş" serokê enstîtuya naskirî bi Şaredariya Heyfayê, di bin sîbera hişyariyên piralî yên der û dorên siyonîstî li bara encamên zêdebûna kêşeyan bi Hizbullahê re, li bara ziyanên mezin ên ku wê bibe sedem ku Îsraîl bi Hizbullah re bikeve nava şerekî mezin, hişyarî bê dayîn û were xwestin ku nekeve şerekî wiha.

Ev karbidestê siyonîst got: Di şerê bi Hizbullahê re dê ziyanên mezin giheştine navçên bajarî yên Israîlê (Filistîna dagîrkirî) û divê ev navçe bên valakirin. Her wiha wê tunel ji bo Îsraîlê bibin xefikek kujer.

Û wî got jî ku eger şer li herêma bakur berdewam bike, divê navendên bihêz ên bi jenerator, av û dezgehên paqijî bên avakirin.

Zahava Galon serokê berê yê partiya Meretz a Rejîma Siyonîst jî di vê derbarê de ragihand ku Îsraîl nikare rê bide xwe ku li 2 eniyan hevdem şer bike. Me digot qey em ji bo şer li Xezeyê amade ne, lê her kesî dît ku çi bû. Rastî ev e ku em niha nikarin şerê Hîzbullahê bikin.

Siyasetmedarê siyonîst destnîşan kir: Ketina Benny Gantz û Gadî Eisenkot bo kabîneya rewşa awarte ya şer, tam ji bo pêşîgirtina li "You Av Gallant" (Wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîst) ji çûna şerê li navça bakurê (bi Hizbullah) re bû.

Çend roj berê jî di heman çarçoveyê de “Danî Yatom” serokê berê yê Mosadê nîgeraniya xwe derbarê encamên şerê bi berxwedana Lubnanê re nîşan dabû û ragihandibû ku vekirina eniya şer ligel Hizbullahê ne di berjewendiyê de ye. ya Îsraîlê. Di 7'ê Cotmehê de dema min zanî ku ji bo rizgarkirina Îsraîlê pêwîstiya me bi 2 keştiyên balafiran heye ez gelekî matmayî mam. Em difikirîn ku em li dijî "lingên tazî" (hêzên Hamasê) şer dikin, lê divê Îsraîl ji vê rastiyê dersê werbigire da ku venegere ser vê bêaqiliyê.

“Gerşon Hecohen” fermandeyê berê yê hêzên artêşa rejîma dagîrker û generalê rezerva vê artêşê jî got: Rewşa me li bakûr gelek xirab û dijwar e û em di rewşek bêmînak û karesat de ne.

Kanala 13 a Rêjîma Siyonîst jî ragihand: Em di sala 1967`an de dijîn. Îsraîl niha ne artêşek û ne jî hêza wê heye ku bikeve nava şerekî ji bo paşxistina Hizbullahê û hemû gefên ku Îsraîl di vî warî de dike, bi armanca tehrîkkirina operasyoneke navdewletî ye.