AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
çarşem

21 reşemî 2024

8:24:05
1439374

%55ê sîyonîstan şensê "serketinê" li Xezeyê kêm dibînin

Encamên rapirsînê li navçên Filistînê yên dagirbûyî nîşan dide ku zêdetir ji nîvê siyonîstan şansê serketina tam li Xezayê kêm dibînin.

Li gorî rapora ajansa nûçen a Ehlûl Beytê (s.x) - Abna - Encamên rapirsînê li navçên filistînî yên dagîrbûyî nîşan dide ku pitir ji nîvê siyonîstan şansê serketina tam li Gezeyê kêm dibînin.

Encamên rapirsiya "Navenda Demokrasiyê" ya Rêjîma Siyonîst nîşan dide ku %55ê rûniştvanên siyonîst ên navçên filistîniyên dagirbûyî li ser vê bawerê ne ku derfeta serketina tam li Gezeyê kêm e.

Li gorî rapora El-Neşreh, li ser bingeha vê rapirsiyê, %60`ê siyonîstan bawer dikin ku xwenîşandanên girseyî yên li dijî Binyamîn Netanyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst di demek nêzîk de dest pê dikin.

Piştî destpêkirina operasiyona bahozê ya El-Eqsayê ji aliyê berxwedêrên Filistînê li dijî navçên dagirbûyî li 7`ê Cotmehê (15`ê meha Mêhrê), Rejîma Siyonîst şerê wêranker li Xezeyê da destpêkirin. Îsraîlî Netanyahu ji têkçûna şerê 7’ê Cotmehê berpirsyar dibînin û gelek caran bi lidarxistina xwepêşandanan daxwaza îstifakirina wî kirin.

Malbatên mehkûmên siyonîst ku di destê Hemasê de li Xezeyê dîl hatibûn girtin, çendîn caran daxwaz ji Netanyahu kirin ku bi kombûn û xwepêşandanan hewl bide zarokên wan azad bike.

Tevî hewlên navneteweyî ji bo gihîştina lihevkirina li ser pevguhertina girtiyan di navbera Hemas û Rêjîma Siyonîst û rawestandina şerê Xezeyê, gotûbêjên vê dawiyê yên li Qahîreyê bê encam man û vê dawiyê Netanyahu ji şandina heyetek ji bo berdewamiya gotûbêjan bo Qahîreyê red kir.

Ji aliyê din ve, Herzî Helewî, Sererkanê Giştî yê Artêşa Siyonîst biryar da ku hefteya bê derbarê êrîşa 7ê Cotmehê ya tevgera Hemasê û performansa vê artêşê li roja êrişê û rojên piştî wê dest bi lêkolînê bike. ew.

Li gorî Holloway, ev lêkolîn dê navxweyî be û dê li hemû şaxên leşkerî di bin fermana fermandarên bilind de were kirin. Her wiha dê çawaniya amadekirina hêzan û veguhestina wan bo qadên şer û bicihkirina wan û çawaniya şerkirina wan were lêkolînkirin.

Arteşa İsraile ji 7e cotmehe ji destpekirina erişen li ser Xezeye vir va 500 esker wenda kir.