AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROG NEWS
çarşem

21 reşemî 2024

10:12:50
1439388

Encamahevdîtinên Barzaniyan ên bi Tirkiyeyê re: 2 pêşmerge hatin kuştin

  NAVENDA NÛÇEYAN  
Li gora rapora ajansa nûçen a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna -Sala nû bi hevdîtin û serdanên dewleta Tirk yên bi PDK’ê, taybet jî mala Barzanî re destpê kir. Di nava du mehan de rayedarên dewleta Tirk gelek caran serdana Hewlêrê kirin û bi Barzaniyan re civiyan. Encama hevdîtinan derket holê, duh 2 pêşmerge hatin kuştin.Dewleta Tirk a dagirker ya ku nikare xwe li ber berxwedana gerîlayên azadiyê rabigre, serî li rê û rêbazên nû dide. Dewleta Tirk a dagirker ji bo tinekirin û dagirkirina Kurdistanê, di sala nû de trafîka xwe ya dîplomasiyê li seranserê Iraq, Herêm û cîhanê zêdetir kiriye. Bi plan û projeyên xwe yên nû, dixwaze bigihi encamê.Bi destpêkirina sala nû re dewleta Tirk a dagirker destpêkê berê xwe da Bexda û Hewlêrê. Hevdîtin di astên herî jor de pêkhatin û rojeva sereke jî tinekirina Gelê Kurd bû.

Bi Mesûd Barzanî re destpê kir.   Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin di 22’yê Çileya 2024’an de de ji nişka ve serdana Iraqê kir, di serî de Serokkomarê Iraqê, Kalin bi gelek rayedarên Iraqê re civiya. Di 28’ê heman mehê de Îbrahîm Kalin piştî serdana xwe ya li Bexdayê, serdana Hewlêrê kir û li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya.

Piştî gelek hevdîtinan vê carê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê ji bo plana êrişan berê xwe da Bexda û Hewlêrê.

Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serfermandarê Artêşa dewleta Tirk a dagirker Metîn Gurak di 6’ê Sibatê de gihiştin Bexdayê. Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Metîn Gurak di serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, destpêkê Serokkomar Letîf Reşîd û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtin pêk anîn. Piştre jî bi Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî re civiyan. Herwiha wezîrê şer yê dewleta Tirk pişt re jî bi Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed Seîd Riza El Ebasî û Wezîrê Karên Navxwe Ebdulemîr Şamarî re jî rûniştin.Piştî Bexdayê Wezîrên şer yên dewleta Tirk berê xwe dan Hewlêrê. Şandeya dewleta Tirk ya dagirker ji aliyê Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî, Şoreş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin.                   Bi her 3 Barzaniya re civiya

Wezîrê Parastinê Yaşar Guler yê dewleta Tirk a dagirker, li Hewlêrê bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya, piştî Nêçîrvan, wezîrê şer bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî civiya.

Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk ya dagirker Yaşar Guler di çarçoveya serdana xwe ya Hewlêrê de bi Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.

Ev ne bes bû Erdogan jî bi Barzanî re civiyaSerokkomarê AKP’yî Recep Tayîp Erdogan jî di 13’yê Sibatê de li Dubaiyê di Lûtkeya Hikumetan ya Cîhanê de, bi serokwezîrê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî re civiya. Li Elmanya jî Barzanî û Tirk hatin ba hev

Di 16’ê Sibatê de jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan li Elmanyayê civiyan.

Encama hevdîtinan derket holê

Çi dema hevdîtinên PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re destpê kirine, li dijî Gelê Kurd êriş û komkujî pêktên. Dewleta Tirk a dagirker êdî bi asanî xaka Başûrê Kurdistanê bikartîne, bi dehan baregehên leşkerî avakiriye û bi hezaran leşker têde bicih kirine. Herêmek mezin ji xaka Başûrê Kurdistanê jî dagirkiriye.            Di encama hemû hevdîtinên malbata Barzanî û rayedarên Tirkiyeyê de duh komkujiyek pêkhat. Duh bi şev, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Kafya ya girêdayî navçeya Akrê ya ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.2 pêşmerge! Di encama êrişa hovane de, du pêşmergeyên bi navê Arif Taha (61) û Beşîr Emer Elî (68) hatin qetilkirin. Tê gotin 2 kesên din jî ji heman malbatê bi pêşmergeyan re bûn û heya niha aqûbeta wan nayê zanîn.Ji xwe ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker bi sedan gund hatine valekirin, li gorî agahiyan gundê Kafya jî ji ber êrişan hatibû valekirin, lê pêşmergeyên hatin qetilkirin, duh ji bo bax û baxçeyên xwe vegeriyan bûn ser gundê xwe.Bi vî awayî encamên hevdîtinên dewleta Tirk hêdî hêdî derdikevin holê, tevî 2 pêşmerge hatine kuştin, rayedarên Herêma Kurdistanê, di serî de malbata Barzanî û PDK bêdengiya xwe diparêzin.

Rayedarên ku rojane qala pêşmergeyan dikin, dema pêşmerge ji aliyê dewleta Tirk ve tên qetilkirin, daxuyaniyek jî nadin!.