AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
çarşem

21 reşemî 2024

18:32:48
1439518

Katz: Têkildarî penaberên Filistînê emê bi Misirê re hemahengiyê bikin

 Li gora rapora ajansa nûçen a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna Wezîrê Karên Derve yê Rejîma sihyonîstî  Îsraîlê got, Îsraîl ji bo derxistina Filistîniyan ji Xezayê tu plan amade nekirine û da zanîn ku dê bi Misirê re hemahengiyê bike.  Wezîrê Karên Derve yê Rejîma sihyonîstî Îsraîlê Israîl Katz got, Îsraîl dê derbarê penaberên Filistînê de bi Misirê re hemahengiyê bike. Katez diyar kir ku dê rêbazekê bibînin ku zererê nede berjewendiyên Qahîreyê.

Li gorî rojnameya Cîrozalîm Post a Îsraîlê, Katz di konferansa ewlehiyê ya Munich de axivî û got, pêwîste Îsraîl bi Refeh re dan û standinê bike “ji ber ku ew nikare Hemasê li wir bihêle.”Katz anî ziman ku  Rejîma sihyonîstî ya Îsraîlê ji bo derxistina Filistîniyan ji Xezayê tu plan amade nekirine û naxwaze piştî şerê xwe yê li dijî Hemasê, Xezayê kontrol bike.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê têkildarî penaberan jî diyar kir ku penaber dê li duyemîn bajarê herî mezin ê Xezayê bajarê an Xan Yûnisê bi cih bibin. Her wiha destnîşan kir ku Îsraîl dê bi Misirê re hemahengiyê bike da ku zererê negihêje berjewendiyên Qahîreyê.Katz anî ziman ku eger çareseriyek dîplomatîk bo sivikkirina aloziyê nehat dîtin hingî Îsraîl dê neçar bibe ku Hîzbullah ji sînorê başûrê Lubnanê dûr bixe.Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê ji cîhanê xwest ku zextê li Îran û Hîzbullah bike da ku ji başûrê Lubnanê dûr bikeve û biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 1701 pêk bîne.Berê jî Misrê ji carekê zêdetir helwesta xwe ya li hember doza Filistînê û redkirina koçberkirina Filistîniyan nîşan dabû û ev pêngav wek windakirina doza Filistînê bi nav kiribû.