AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Welayet News
pêncşem

22 reşemî 2024

18:47:19
1439705

ElErebiye:Tirkiyê hemwelatîbûna serokê Îxwanê jê stand

Çavkaniyên ku ji El Arabiye re axivîn, diyar kirin ku hemwelatiya Tirk a Alîkarê Rêberê Giştî yê Îxwan Muslimîn Mehmûd Huseyîn hatiye betalkirin. Hate diyarkirin ku Huseyîn xaniya xwe ya li Stenbolê firotiye.

 Li gora rapora ajansa nûçan a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna -Piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdoxan piştî 12 salan serdana Misirê kir, hat îdiakirin ku Tirkiyeyê Mahmûd Huseyin Alîkarê Rêberê Giştî yê Birayên Misliman (Ixvanil Muslimîn) ji hemwelatîbûnê bêpar kiriye. Erdoxanê ku herî dawî çû Misrê, bi Ebdulfettah Sîsî re hevdîtin kir û piştî hevdîtinan peyama 'hevkariyê' hat dayîn.

Çavkaniyên ku ji El Arabiye re axivîn diyar kirin ku Huseyîn apartmana xwe ya li Stenbolê firotiye û ji bo dirêjkirina rûniştina xwe yan jî ji bo çûyîna welatekî din bi rayedarên Tirk re di nava danûstandinan de ye. Çavkaniyên han diyar kirin ku Huseyîn hîn bûye ku pasaporta wî betal bûye û rayedarên Tirk sedema vê biryarê jê re negotiye. Li gorî nûçeyê Huseyîn bi rayedaran re têkilî danî û xwest ku ji bo zanîna sedema betalkirina hemwelatîbûnê parêzerek bê tayînkirin.

Erdoxanê ku vê dawiyê çûbû Misrê, diyar kiribû ku ev serdan wê di têkiliyên herdu welatan de rûpeleke nû veke. Sîsî amaje bi têkiliyên dîrokî yên aborî û bazirganî yên di navbera her du welatan de jî kir û diyar kir ku ew dixwazin di salên pêş de ticareta hevbeş bigihînin 15 milyar dolaran.

Serdana Erdoxan a Misrê ya li ser vexwendina Sîsî ku ev nêzî 10 sal in bi gotinên pir tund rexne dike û bi îfadeyên wekî 'dîktator' û 'kujer' bi eşkereyî sûcdar dike, ne tenê di warê Tirkiye-Misrê de weke pêşketineke dîrokî tê dîtin. têkilî lê di warê herêmî de jî. (El-Erebi/duvar)

Wergêr:Seyîd Torî