AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Ajansa Tesnim
în

23 reşemî 2024

8:53:39
1439743

“Bahoza El-Eqsayê” roja 140emîn e. Bombebarana Refahê / Êrîşa balafirên bê mirov li ser Cenînê / Di êrîşa Xezeyê de zêdetirî 60 Filistînî şehîd bûn

Di 140 emîn roja operesyona bahoza El-Eqsayê de, bajarê Refehê li başûrê zîvala Xezayê çendîn caran bû armanca êrişên Rejîma Siyonîst û zêdetir ji 60 filistînî di êrişa Rejîma Siyonîst ser deverên curbicur ên Xezeyê şehîd bûn. ji êvara borî.

Li gora rapora ajansa nûçan a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna -Ji şeva buhurî ve di encama bombebarana Îsraîlê li ser malên niştecihanê li deverên cuda li navend û başûrê zîvala Xezayê, zêde ji 60 kes şehîd bûn.

Medyaya Felestînî radigihîne ku çendîn caran firokeyên Îsraîlî bajarê Refah û devera nêzîkî sînorê Misirê bombebaran kirine.

Nivîsîngeha Ragihandina Hikûmetê ya Zîvala Xezayê danê sibê îro Înê ragihand ku rejîma dagîrker a Qudsê li navenda parêzgeha vê herêmê, tawaneke hovane pêk aniye û 4 mal teqandine û di encamê de 40 kes şehîd bûne û zêdetir ji 100 kesan. kes birîndar bûn..

Balafirên bêfirokevan ên Rejîma Siyonîst îro danê sibê jî li bajarê Cenînê li kendava rojavayî erebeyek kirin armanc ku di encamê de 2 kes ji wan fermandarê tabûra Cenîn şehîd bûn û 15 kes jî birîndar bûn.