AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Ajansa Abna
în

23 reşemî 2024

12:10:13
1439758

Balafirên bêfirokevan ên Hizbullah a Lubnanê li dijî bajaroka Siyonîst a Kiryat Şimûne êrîş kirin

Bakurê herêmên dagirkirî bû hedefa êrîşa balafirên bê mirov ên Hîzbullahê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlê Beytê (s.x)-Abna, Hizbullaha Lubnanê bi firokeyên bêfirokevan êrişî baregeha meclisa navçeyî ya Rêjîma Siyonîst li bajarê Kiryat Şimûne li bakurê Filistîna dagirbûyî kir.

Di daxûyaniya Hizbullaha Lubnanê de hatiye: Ji bo piştevanîkirina ji gelê berxwedêr yê Filistînê û piştgiriya ji berxwedana leheng û birûmet û berteka li hember êrişên Rejîma Siyonîst ser gund û malên niştecihbûnê yên başûr, ku herî dawî êrişa ser navenda berevaniya bajaran bû. Li devera “Balîda” Mucahîdên Berxwedana Îslamî bi du firokeyên bê firokevan êrişî baregeha encûmena herêmê li Kiryat Şimûne kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku balafirên keşfê bi awayekî rast li hedefa ku hatiye xwestin xistine. ,

Çapemeniya Îsraîlê jî ragihand ku li bajarokekî nêzî sînorê Lubnanê balafireke bêmirov li avahiyekê ketiye û xisar çêbûye.

Çavkaniyên xwecihî dibêjin ku balafirên keşfê yên bê firokevan li ser çend cihên niştecihbûnê yên li herêma "Celileya Jorîn" a dagirkirî hatine dîtin.

Li hember vê yekê, artêşa siyonîst li başûrê Lubnanê jî êrişî herêmên başûrê Lubnanê kirin.

Bi destpêkirina operasyona "Bahoza El-Eqsayê" ya ji aliyê komên berxwedêr ên Filistînê ve, Hizbullaha Lubnanê ji bo ku beşeke mezin ji hêzên leşkerî yên li bakurê Îsraîl mêze bike, rojane û bi dijwarî li dijî hedefên Rejîma Îsraîlê operasyonên giran li dar xistin. zexta li ser berxwedana Xezeyê kêm bikin. Operasyonên Hizbullah tenê rojekê piştî destpêkirina operasyona bahoza El-Eqsayê û hevdem ligel destdirêjiyên Rejîma Îsraîlî li ser zîvala Xezayê dest pê kir.

Medyayên rejîma Îsraîlê jî gelek caran îtiraf kirine ku hîna jî Hizbullah li bakurê Îsraîl destê xwe yê bilind heye û artêşa vê rejîmê li vê deverê asê maye.

  wergêr:Seyîd Torî