AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
în

23 reşemî 2024

12:16:49
1439759

Ji ber êrişên dewleta Tirk du gundên Amêdiyê bê av mane

Li gora rapora ajansa nûçen a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna-Ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker, projeyên avê yên gundê Guherzê û Belave yên girêdayî Amêdiyê zerer dîtine û her du gund bê av mane. Heta niha jî pirsgirêka avê ya li her du gundan nehatiye çareserkirin.

Duh di saetên sibehê de balefirên şer ên delweta Tirk a dagirker her du gundên Guherzê û Belave yên girêdayî navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê ziyan gihişt projeyên ava vexwertinê ya her du gundan û ji duh ve her du gund bê av mane.

Li gor agahiyên ji herêmê hatine girtin, aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya her du gundan ti tiştek nekirine.

Hat gotin ku aliyên peywendîdar ên li navçeya Amêdiyê ji rewşê hatine agahdarkirin, lê heta niha serdana gundan nekirine û ev du rojin her du gund bê avin.

Di derbarê sedemê bombebarankirina projeyên avê yên gundan de jî heman çavkaniyê got, “Ti sedemek nine, tenê dewleta Tirk dixwaze welatiyên gundan neçar bimînin gundê xwe berdin û dewleta Tirk were gundên wan dagir bike. Projeyên hatine bombebarankirin ji qadên gerîla gelek dûrin û ti peywendiya xwe bi gerîlayan ve nîne.”

Hêjayî bibîrxistinê ye şeva 20’ê Sibatê balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Kafya ya girêdayî navçeya Akrê ya ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kirin. Di encama êrişa hovane de, du pêşmergeyên bi navê Arif Taha (61) û Beşîr Emer Elî (68) hatin qetilkirin û kesek jî birîndar bû.