AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ROJNEWS
în

23 reşemî 2024

12:26:15
1439760

Dadgeha Emerîkayê 21 roj dem da Mesrur Barzanî

Li gora rapora ajansa nûçen a Ehlûlbeyt e(s.x) Abna-Piştî ku Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê li dijî neviyên Barzanî doz vekir, niha jî Dadgeha Federal a Emerîkayê daxwaz ji Mesrûr Barzanî dike ku bersiva van tohmetên li ser wan bide.  

Di 30’ê Çileya îsal de Rêxistina Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê li Dadgeha Federal a Emerîkayê giliyek dijî Mesrur Barzanî û neviyên Barzanî li ser 25 tometên ‘kuştin, sextekarî, şahîdiya direwîn, revandin, jenosîd, binpêkirina mafê mirovan, êşkencekirina welatiyekî Emerîkî, ne li gorî yasayê derxistina welatiyan ji ser erk û milkên wan, bazirganîkirina madeyên hişber, bazirganîkirina li gel kesayet, kom û rêxistinan ku li gel Emerîkayê di lîsteya terorê dene, tomar kir. Federal a  Dadgeha Emerîkayê jî daxwaz bersivdayînê ji Mesrur Barzanî kir.

Dadgeha Federal a Emerîkayê di 15’ê Sibatê de biryarek pêşkêşî Mesrur Barzanî kir û 21 roj dem da ku bersiva tometên li ser wan bide. Di dawiya biryarê de hatiye diyarkirin ku ger di dawiya demê hatî diyarkirin de bersivek neyê dayîn wê rêkarên pêwîst werin girtin.

Li gorî dema hatî diyarkirin, divê Mesrur Barzanî di nava 12 rojan de bersiva Dadgeha Federal a Emerîkayê bide.