Çavkaniyên han eşkere kirin ku çend mûşek ji başûrê Lubnanê ber bi bajarokê Îzba El Celîl ve hatine avêtin.
Herwiha kanala 14ê ya televizyona Siyonîst ragihand ku çend mûşek ji başûrê Lubnanê ber bi Golana dagirbûyî ve hatin avêtin.
Hizbullaha Lubnanê îro Înê bi daxuyaniyekê ragihand ku Garnîzona Golanê ya Mealiyê bi mûşekan kiriye armanc.
Ev partî êvara pêncşemê jî alavên sîxuriyê li baregeha Barkê Rişa û cihê kombûna leşkerên artêşa Siyonîst li El-Menara û Metula hedef girtin.
Hizbullaha Lubnanê bal kişande ser vê yekê ku ew van êrişan wek berteka li hemberî êrişên dijminên siyonîst ser gund û malên sivîlan li başûrê Lubnanê û piştgiriya ji gel û berxwedana Xezeyê pêk anîne.
Sibeha Pêncşemiyê Hizbullaha Lubnanê bi daxûyaniyekê ragihand ku 13 çeperên artêşa Siyonîst li başûrê Lubnanê kirine armanc.
wergêr:Seyîd Torî