Li gorî vê raporê, “Muhemed Ebdul Resûl Elawî” bi nasnav “Ebû Elî” di sala 1967an de ji bajarê “Marûn El-Ras” ji dayîk bûye, “Muhemed Hesen Taraf” bi nasnav “Ehmed” di sala 1986an de ji bajarê “Balîde” hatiye dinê. “Hîşam Hesen Ebdullah” bi nasnav “Ebû Zeyneb” ji dayîkbûyê sala 1987’an ji bajarê Xeyamê û “Hesen Mehmûd Salih” bi nasnav “Cefer” ji dayîkbûyê sala 1973’an ji xelkê bajarokê “Edşît” di encama bombebarana li ser Başûrê Lubnanê şehîd bûn.
Bi vî awayî hejmara şehîdên Hizbullaha Lubnanî ji destpêka şerê bahoza El-Eqsayê ve gihîşt zêdetirî dused şehîdan.
Ji aliyeke din ve Hizbullaha Lubnanê ragihand ku wan bi 2 mûşekên Barkan pêgeha leşkerî ya "El-Malkiye" li bakurê Filistîna dagîrkirî kiriye armanc.
Berxwedana Îslamî ya Lubnanê her wiha baregeha Raiset El Alam a li herêma zeviyên Şebayê li ser sînorê Lubnanê bi Filistîna dagirkirî re bi mûşekan hedef girt.
Berxwedêrên Lubnanê ji roja 8`ê Cotmehê (16`ê Mêhrê) û tenê piştî rojekê ji destpêkirina operasyona "Bahoza El-Eqsa" li Xezayê, bi dujminên siyonîst re ketine nava rûbirûbûnê û ji vê rojê heta niha, Hizbullaha Lubnanê gelek caran çeperên dagirkeran bi dirêjahiya 100 kîlometreyan hedef girtin.