AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Ajansa Xeberen Abna
duşem

26 reşemî 2024

7:18:33
1440397

Parlamenterê Siyonîst: Netanyahu nexweşê derûnî ye

Endamekî parlemana Îsraîlê got: Binyamîn Netanyahu serokwezîrê vê rejîmê nexweşê derûnî ye.

Li gorî rapora ajansa nûçen a Ehlê Beytê,(silav liwanbin)Abna-Ofer Kasif endamê Knessetê (Parlemana Rejîma Siyonîst) yekşemiyê şev got: Binyamîn Netanyahu serokwezîrê vê rejîmê nexweşê derûnî ye.

Kasif diyar kir ku em li bendê ne ku Dîwana Edaletê ya Navdewletî şerê li Xezeyê rawestîne û got: Ez bawer nakim ku Îsraîl ji bo bicihanîna daxwazên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî tişta ku diviyabû bikira.

Wî bal kişande ser wê yekê ku kabîneya Netanyahu dijminê yekem yê gelê (rejîma) Israîlê ye û divê were hilweşandin û got: Eger şer li Xezayê raweste, girtiyên Israîlî yên li Xezayê dê bi silametî vegerin malên xwe.

Kasif her wiha diyar kir ku divê em bi bêîteatiya sivîl a aştiyane neçar bikin ku Netanyahu dev ji desthilatdariyê berde û wiha got: "Ew ne tenê ji kuştina gelê Xezeyê berpirsyar e, di heman demê de ji nîşandana rûyê gelê (rejîma) Îsraîlê jî berpirsyar e."

Wî bal kişande ser wê yekê ku Netanyahu nexweşekî derûnî ye ku tenê xema xwe dihesibîne û xema jiyana girtiyên Îsraîlî li Xezeyê nade, destnîşan kir: Gelê Filistînê di nav sînorên sala 1967`an de layiqê dewleteke serbixwe ye.

Hêjayî gotinê ye ku komên berxwedanê yên Filistînê di 15ê Cotmeha 2023an de ji Xezeyê (başûrê Filistînê) li dijî çeperên rejima Îsraîlê dest bi operasyona "Bahoza El-Eqsayê" kiribûn. girtiyên di navbera Hemas û Rejîma Siyonîst de.

Ev rawestana şer 7 rojan berdewam kir û herî dawî sibeha roja Înê 10ê Kanûna Pêşîn a 2023an, agirbesta demkî bi dawî hat û rêjîma Îsraîlê dîsa dest bi êrişên xwe yên li dijî Xezayê kir.

Ji bo bersivdana êrîşên "Bahoza El-Eqsayê", telafîkirina têkçûna wê û rawestandina operasiyonên berxwedanê, vê rejîmê deriyên zîvala Xezayê girtiye û vê deverê topbaran dike.