Li gorî vê raporê, Berxwedana Îslamî ya Lubnanê ragihand ku hêzên rejîma dagirker derdora baregeha Mercê li bakurê Filistîna dagirbûyî bi mûşekên Barkan hedef girtin.
Şervanên berxwedanê yên Lubnanê avahiyek li bajaroka El-Minarê li bakurê Filistîna dagirkirî û nêzî sînorê Lubnanê, avahiyek ku leşkerên Îsraîlê lê bi cih bûne, bi awayekî serketî hedef girtin.
Di daxûyaniyek din a Hizbullahê de hat tekezkirin: Mucahidên Berxwedana Îslamî bi çekên guncav û teqez baregehên hêzên dagîrker li bajarê Malikî yê siyonîst kirin armanc.
Her wiha Hizbullaha Lubnanê kombûna hêzên dagîrker li derdora baregeha Ramîmê dike armanc û di encamê de hejmarek ji wan hatin kuştin û birîndarkirin.
Mewziyên dagirkeran li devera “Celileya Jorîn” jî rastî êrişa çend mûşekan hatin, hevdem, çeperên siyonîstan li meydanên “Şeba” yên dagîrbûyî jî di bin agirê berxwedana Lubnanê de bûn.
Hizbullaha Lubnanê di çend mehên derbasbûyî de, piştî cinayetên hovane yên Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê û rijandina xwîna hejmareke zêde ji filistîniyan li vê navçê, çeperên leşkerî yên vê rejîmê li bakurê navçên dagirbûyî kirine armanc. Mijareke ku bûye sedema tirsa sîyonîstên li van herêman dijîn.
Heta niha bi deh hezaran siyonîst ji tirsa êrişên berxwedanê ji navçên nêzîkî sînorên Lubnanê derketine.