Wî di berdewamiya axavtina xwe de got: Dagirkerên Îsraîlî ne tenê sivîlan dikin armanc û rojnamevanên ku hewl didin rastiyê ragihînin jî dikin armanc.
Duh di 140emîn roja şerê dijî Xezeyê de, Wezareta Tendirustiya Xezeyê ragihand ku nîv milyon welatiyên filistînî li bakurê Zîvala Xezeyê bi bêdengî tûşî xelayê bûne û jiyana wan di metirsiyê de ye.
Îro vê wezaretê ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî de, bi 8 komkujiyên nû yên dagirkeran li zîvala Xezeyê, hejmara qurbaniyên destdirêjiya Rejîma Siyonîst gihîştiye 29 hezar û 606 şehîdan û 69 hezar û 737 kes jî birîndar bûne.
Çavkaniyên pizîşkî yên li Xezayê, rewşa heyî wek "sêgoşeya mirinê" bi nav dikin û diyar dikin ku dagirkerên Îsraîlî niştecihên Zîvala Xazayê di bin bombebaran, birçîbûn û nexweşiyên nexweşiyê de ne.