AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ABNA
sêşem

27 reşemî 2024

8:01:04
1440682

Êrîşa mûşekî ya Hizbullahê bo ser baregeha stratejîk a artêşa Îsraîlê "Miron" + vîdyo

Hizbullaha Lubnanê baregeha stratejîk a Mîronê ya artêşa Siyonîst careke din bi mûşekê hedef girt.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlê Beytê (s.x) - Abna - Hizbullaha Lubnanê ragihand ku bi pêleke berfireh a mûşekan baregeha kontrol û çavdêriya hewayî ya Mîron a li ser çiyayê Cebel El-Meraqê kiriye armanc.

Çekdarên Hizbullaha Libnanî berî niha du caran mûşek avêtibûn binkeya Miron.

Bingeha Miron bi hejmareke zêde ji hêzên bijarte yên Rejîma Siyonîst, navenda kontrol û birêvebirina operasiyonên hewayî yên Rêjîma Siyonîst li navçên Lubnan, Sûriye, Qibris û bakurê rojhilatê vî welatî ye. Deryaya Navîn, û navenda sereke ya operasyonên parazîtkirinê ye li vê herêmê.

Bi destpêkirina operasiyona "Bahoza El-Eqsayê" ya grûpên berxwedêr ên Filistînê, Hizbullaha Lubnanê ji bo mêhvankirina (mijol kirina)beşeke mezin ji artêşa siyonîst li bakurê Filistînê û kêmkirina zextên li ser berxwedana li Xezeyê, rojane û Operasyonên giran li dijî armancên Rejîma Siyonîst li nav axa Filistînê.

Di vê derbarê de medyayên siyonîst çendîn caran îtiraf kirine ku Hizbullah hîna jî li bakurê navçên dagirbûyî yên Filistînê di destê xwe de ye û artêşa Îsraîlê li vê deverê asê maye.