Li gor rapora ajansa nûçeyan a Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Malpera erebî ya ajansa nûçeyan a Tesnim`ê, bajarê Refehê li zîvala Xezayê mazûvaniya zêde ji du milyon penaberên filistînî dike ku li kêleka niştecihên sereke yên vî bajarî di şert û mercên pir bi êş de dijîn.
Zêdetir ji du milyon penaberên filistînî li herêma Refehê li pişt sînorên zîvala Gezeyê û Misrê giheştine herêma Refehê û hewl didin bi kêmîn îmkanên jiyanê û dabînkirina av û xwarinê ji êrişên çekdarên Rejîma Siyonîst rizgar bibin.
Li gor rapora malpera erebî ya ajansa nûçeyan a Tasnim`ê, bajarê Refehê li zîvala Xezayê mazûvaniya zêde ji du milyon penaberên filistînî dike ku li kêleka niştecihên sereke yên vî bajarî di şert û mercên pir bi êş de dijîn.
Birçîbûna giştî û nebûna gihandina av û xwarinê, jiyana filistîniyan li rûbera 55 kîlometrên çargoşe ya vî bajarê li pişt sînorên Misrê metirsî kiriye.
Pîrejineke Filistînî ya ku bi endamên malbata xwe re di çadirekê de dijî ji nûçegihanê Tasnîm re li Refehê re got: "Xwarin tune." Tenê carekê nûnerek hat vir û piştî wergirtina taybetmendî û belgeyên jidayikbûnê du kîs ard da me.
Ciwanê Filistînî yê koçkirî yê ku piştî ku mala wî ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hat hedefgirtin, dûr û dirêj derbasî bajarê Refahê bû, ji nûçegihanê Tasnîm re axivî û got: "Piştî êrîşên artêşa Îsraîlê, min ji hemû malbata xwe re peyamek şand û xwest ku min helal bikin. Lê ez ne amade me ku welatê xwe biterikînim. Ez neçar bûm ku 11 rojan bimeşim da ku xwe bigihînim Refahê.
Werger:Seyîd Torî